Li Qamişlo rejîm hat bombekirin

Duşem 17 Tebax 2020 - 16:48

  • Li Qamişloyê bi balafiran yan jî helîkoptêran êrişek li dijî bendeke kontrolê ya Hikûmeta Suriyeyê hat kirin. Di encamê de 2 eskerên rejîmê hatin kuştin û çendên din jî birîndar bûn.

Li Qamişloyê bi balafiran yan jî helîkoptêran êrişek li dijî bendeke kontrolê ya Hikûmeta Suriyeyê hat kirin. Di encamê de 2 eskerên rejîmê hatin kuştin û çendên din jî birîndar bûn.
Ev bombekirina hêzên hikûmeta Sûriyê, piştî wê yekê qewimî ku vê bendê rê li pêşiya dewriyeya Koalîsyona Navneteweyî girt. Ji ber wê jî tê texmînkirin ku balefir yan jî helîkopterên êriş kirî yên Koalîsyona Navneteweyî bin.
Ev benda kontrolê li gundê Ebû Zeheb ê li nêzî navçeya Til Birakê ye ku li başûrê bajarê Qamişloyê ye.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.