Cenazeyên leşkeran birin Çelê

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 00:27

Hat ragihandin ku cenazeyên bi dehan leşkerên Tirk ên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de hatine kuştin, birine Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, herî kêm cenazeyê 21 leşkerên Tirk ên di êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Qadên Zap, Avaşîn û Metîna de hatione kuştin, birine Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Colemêrgê Çelê.

Li gorî nûçeyê, leşkerên ku cenazeyên wan anîne, berê li Nexweşxaneya Seyyar a li herêma Serê Sêvê û Bilêcan a li ser xeta sînor dihat dermankirin, lê ev leşker mirine.

Dewleta Tirk ji êrişên nû yên dagirkeriyê yên 17’ê Nîsanê û vir ve kuştiyên xwe vedişêre. Artêşa Tirk, çekên kîmyewî jî bi kar tîne, lê ji gerîlayên Kurdistanê derbên giran dixwe.

HPG’ê dabû zanîn ku di 6 mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê herî kêm 2 hezar û 346 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de 11 helîkopter û 2 tank jî hatine îmhakirin.

COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.