Eskerekî din kuştin!

Çarşem 27 Çile 2021 - 02:28

Rayedarên dewleta Tirk îddîa kirin ku ciwanê Kurd ê ji Amedê Îbrahîm Meşe yê li Dîlokê eskerî dikir, xwe kuştiye. 

Îbrahîm Meşe (20) yê ji dewleta Tirk re leşkertiya mecbûrî dikir hate îddîakirin di 21’ê Çile de dema li Girtîgeha Dîlokê tîpa Eʼyê nobet digirt, li cihê nobetê xwe kuştiye.

Cenazeyê Meşe li Taxa Oyali ya Gêla Amedê hate veşartin. Hate diyarkirin rêya mezraya Amman a ku Meşe lê hatiye veşartin jî li çûn û hatinê hatiye girtin û kesên dixwazin agahiyan werbigirin jî tên astengkirin.
Gelek ciwanên Kurd di nav artêşa Tirk de dema leşkertiya mecbûrî dikin, bi awayekî bi guman dimirin. Berê jî di nav artêşa Tirk de ji bo ciwanên ku ji par re gulle li wan ketî, hatibû diyarkirin, ‘xwe kuştine.’

ANF/DÎLOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.