Kurd bibe leşker jî dikujin

În 17 Îlon 2021 - 01:48

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê raihandibû ku 10 Îlonê li herêma Zapê leşkerê Tirk Sezaî Gungor xwestiye teslîmî hêzên gerîla bibe ji pişt ve ji aliyê yekîneya jê veqetiyayî ve hatiye kuştin.

Beriya bi hefteyekê li herêma Zapê di dema şer de leşkerekî xwest teslîmî gerîlayên Kurdistanê bibe. Lê artêşa Tirk ev leşker kuşt. Li gorî nûçeya Ronî Deştelanî û Egîd Sîrwan, a di ANF’ê de eskerê hatî kuştin Sezaî Gungor Kurdekî ji Wanê ye kuji sala 2015’an ve ji bo artêşa Tirk bi pereyan weke leşkerekî şer dikir. 

Li gorî nûçeyê li Metîna, Avaşîn û Zapê gelek leşkerên artêşa Tirk li beramberî berxwedana gerîla têk çûn û ji ber vê çend rojan carekê artêşa dagirker ji neçarî leşkerên xwe yên li van herêman diguhere û di heman demê de gelek hêzên paramilîter û çeteyan jî dixe nava vê tevgera dagirkeriyê. Dewleta Tirk gelek kuştiyan dide, lê van eşkere nake. Lê 10’ê Îlonê wan eskerê xwe kuşt û ew jî eşkere nekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê raihandibû ku 10 Îlonê li herêma Zapê leşkerê Tirk Sezaî Gungor xwestiye teslîmî hêzên gerîla bibe ji pişt ve ji aliyê yekîneya jê veqetiyayî ve hatiye kuştin. Rojnamevanên ANF’ê xwe gihandin nasname û alavên li ser cenazeyê vî eskerî.

Leşkerê bi pera yê Kurd Rojnamevan dibêjin belgeyên di destê gerîla de nîşan didin ku Sezaî Gungor 29’ê Adara 1993’an li navçeya Wanê Payîzavayê ji dayîk bûye. Navê diya wî Nurten, navê bavê wî Siddik e. Nasnameya wî ya Tirk û ya endametiya artêşa Tirk jî di nava belgeyan de hene. Belge her wiha nîşan didin ku Sezaî Gungor ji sala 2015’an ve leşkeriya bi pere ji dewleta Tirk re dike û payeya wî jî çawişî ye. Sezaî Gungor di dema koçberiya li Sakaryayê, bûye leşkerê bi pere.

Rojnamevanên ANF’ê ji bo bûyerê vê şiroveyê dikin: “Rastiya Sezaî Gungor jî nîşan dide ku, Kurdek çiqasî bibe hevkar û leşkerê dewleta Tirk jî ew ti carî nayê qebûlkirin. Rojeke tenê jî li gorî fermana wan tevnegere jê re mafê jiyanê nayê hiştin. Kurdên ku hewl didin bi rêka hevkariyê û bûyîna bendeyê dewleta Tirk dixwazin xwe heyî bikin, çarenûsa wan eynî weke ya Sezaî Gungor e.”

Wan bal nebiriye ser, lê ji bilî vî aliyê meseleyê, kuştina leşkerê xwe yê teslîm dibe, di heman demê de li dijî hiqûqa şer e û hiqûqa navneteweyî binpê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.