Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê 28’ê Mijdarê bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixemînlînin” pêşangehek ji 55 tabloyên şewekaran pêk tên li Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekir. Tevî endam û reveberên Rêveberiya Xweser, Desteya Çandê, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, şêwekar û gelek kes beşdarî pêşangehê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîgira hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Mariya Aho axivî. Mariya Aho pêşangeh pîroz kir û diyar kir ku ew bi hevdîtina hunermendên şêwakariyê ku "îfadeya çemê hezkirin, bedewî û jiyanê ne" kêfxweş bûne û got:“Em dixwazin li hemû herêman vê daweta xweşik, daweta feq û rengan li dar bixin, ji ber ku ew balyozên huner û afirîneriyê ne, balyozên evîn û aştiyê ne û nûnertiya dilê civakê dikin. Lewma em ji hunermedên şêwekariyê re serkeftinê dixwazin.”
Endamê Komîteya Amadekar a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef jî piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, pêşangeh li beşdaran pîroz kir.
Ebdulmecîd Xelef di axaftina xwe de qala xebatên komîteya amadekar kir û îşaret bi ernigariya Mezopotamya kir û got:’’Nameyên pîroz ku ji vê xakê derketin, ji wan ku gelek şaristanî hatin avakirin hemû bi rêya şêwekariyê pêk hatine. Naxwe heya roja îro jî em ji şêweyên ku di şikeftan de, di kelehan de li ser dîwaran hatine neqişandin jî bi çavên xwe dibînin.” Piştî axaftinan kurdeleya pêşangehê hat vekirin, hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina pêşangehê kirin.
Pêşangeh wê 3 rojan vekirî bimîne û her roj di navbera saetên 10.00-14.00 û 16.00-20.00’an de ji hunerhezan re vekirî be.
ANHA/QAMIŞLO