Li Qamişlo Kongreya Îslama Demokratîk

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:16

Kongreya Îslama Demokratîk a 3’an Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlêbûna 540 delegeyî li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

3`yemîn Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ictihat û nûkirin dergehên çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in" bi beşdariya 540 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Qamişloyê dest pê kir. 

Nûnerên Êzdî û Zeredeştiyê, Rêveberiya Xweseriya demokratîk û Kongra Star tev li kongreyê bûn.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Ebdullah Şêxo bi xêrhatina beşdaran kir û ji bo birêvebirina kongreyê, dîwanek ji 5 endaman hate avakirin.

Dûre hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed El Gerzanî axivî û balkişand ser taybetmendiyên ola îslamê di ronîkirina civakê de. 

Delal Xelîl diyar kir ku ola Îslamê mîna olên din ji mirov re xizmetê dike lê belê pergalên desthilatdar ol, di destê xwe de kirine şûr û ji cewherê wê dûr xistin.

Her wiha Delal diyar kir ku divê xîtabê olî yê rastîn ku hevduqebûlkirin û merhemetê ji xwe re dike bingeh, serwer be.

El Gerzanî jî hêvî kir ku kongreya sêyemîn, di qebûlkirina nêrînên cuda yên hevdu de, bibe xaleke guhertinê. 

Çaverê ye ku di kongreyê de, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid û berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, biaxivin.

Her wiha wê perspektîfên Rêber Ocalan têkildarî olên îbrahîmî, peyama Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK`ê ku ji kongreyê re hatiye şandin, rapora salê û rêziknameya kongreyê bên xwendin. Dê hevserokatiya kongreyê bê hilbijartin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.