Li pişta hêzên Şengalê ne
Çarşem 2 Mijdar 2022 - 01:35
Li hemberî êrişên hewayî yên li dijî Şengalê, ciwanên Şengalê meşiyan û êriş şermezar kirin. Di meşê de ciwanan yekbûna xwe ya bihêzên parastinê yên Şengalê re da zanîn û wan got, heta dawiyê ew ê bi hêzên xwe re bin.
Dewleta Tirk a dagirker di nava hefteyekê de bi balafirên bêmirov ên bi çek 2 caran êrişî Şengalê kir. Li hemberî van êrişan, raya giştî ya cîhanê û hikûmeta Iraqê bêdeng e.
Li dijî êrişên hewayî yên li dijî Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê pêr bi şev, meşeke meşaleyî hate lidarxistin.
Meşa ciwanan li ber Meclisa Gel a bajarokê Xanesorê yê Şengalê dest pê kir. Bi sedan ciwanên Êzîdî ji gund û navçeyên Şengalê tevlî meşê bûn.
Meşê hete Xanesora Kevin dewam kir. Beriya bi sê rojan dewleta Tirk êrişî vê deverê kiribû. Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bimire xiyanet” gotin.
Dema meş gihişte cihê êriş lê pêk hatî, endamê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Çiya Keşxe daxuyanî day.
Çiya Keşxe êrişên hewayî yên li dijî Şengalê şermezar kirin û got; “Li ser hêzên me yên parastinê êriş hene, em wek ciwanên Êzîdî, heta dawiyê li pişta hêzên xwe ne. Em hemû YBŞ, YJŞ û Asayîş in. Van hêzan em ji fermanê rizgar kirin û me diparêzin. Niha dixwazin bi van êrişan hêzên me bikin hedef, lê em wek civaka Êzîdî ji ti êrişê natirsin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em bûne xwedî îrade, bi keda şehîdan heta dawiyê em ê li ser vê xetê binin.”
ROJNEWS/ŞENGAL