Endamên tevgerên ciwanan TCŞ û TêkoJIN li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ketin hundirê avahiya Parlamenta Ewropayê û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Ciwan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê ketin hundirê avahiya parlamentê û li gel astengiyan jî çalakî dewam kirin.

Divê ciwan li dora Rêbertiyê bicivin

Rêxistinên ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin, "Heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin û azadiya fîzîkî misoger bibe, em ê çalakiyên xwe li dewletên Ewropayê dewam bikin. Em ji vê derê ji çapemeniyê û raya giştî re radigihînin. Çi dibe bila bibe em ê ti carî ji rêya Rêber Apo şaş nebin û bi paradîgmaya Rêber Apo hebûna xwe dewam bikin. Dest ji siyaseta derveyî hiqûqê berdin. Gelê Kurd wê serî li ber we netewîne. Em ji vê derê bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bicivin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Çalakiya ciwanan tevî astengiya polêsên Fransî jî demeke dirêj hem li hundirê parlementê hem jî derveyî wê dewam kir.

ANF/STRASBOURG