Li pey provokasyonan e

Duşem 4 Cotmeh 2021 - 01:12

  • ‘’Nêzî 20 roj in hewl didin derbasî Şengalê bibin. Armanca hatina wan jî ew e ku vegere mîna beriya fermanê û Berpirsyarê Leqa 17’an a PDK’ê be û dubare saziyên partiya PDK’ê li Şengalê ava bikin.’’

PDK’ê di bin navê ‘propagandaya hilbijartinê’ de pêr hewl da bi hêzên xwe yên çekdar mudaxeleyî Şengalê bike. Destê sibehê PDK û hêzên leşkerî yên girêdayî Iraqê xwestin têkevin Şengalê. Piştî vê çawa ku gelê Şengalê bihîst PDK’ê dixwaze têkeve Şengalê, hemû rêyên sereke yên diçe Şengalê ji trafîkê re girt û li ser rêyan barîkat ava kir. Berxwedana gelê Şengalê encam da û PDK mecbûr ma paş de vegere. 

Ne ji bo hilbijartinê bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê doh daxuyaniyek da û got, Şengal bêxwedî nîne. Daxuyanî li bajarokê Sinûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin, ku rayedarên Rêveberiya Xweser û endamên Desteya Serokeşîrên Şengalê lê amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel daxuyanî xwend û diyar kir ku hatina PDK’ê ne ji bo hilbijartinê bû, lê ji bo bicihkirina hêzên xwe yên çekdar li herêmê bû.

Bi taybetî piştî Peymana 9’ê Cotmehê 

Daxuyanî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi vî rengî bû: “Demeke dirêj e PDK hewl dide ku hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike. Ev hewldan bi taybetî piştî Peymana 9’ê Cotmehê zêde bûne. Pêvajoya heyî pêvajoya hilbijartinê ye. Karê ji bo hilbijartinê bi awayekî demokratik li Şengalê tên meşandin. Kîjan namzet be, ji kîjan partiyê be li ku derê be, rê li wan nehatiye girtin.

Nêzî 20 roj in hewl didin

Lê bûyera ku doh (pêr) rû da bûyereke ji nişka ve nîne. Nêzî 20 roj in hewl didin derbasî Şengalê bibin. Armanca hatina wan jî ew e ku vegere mîna beriya fermanê û Berpirsyarê Leqa 17’an a PDK’ê be û dubare saziyên partiya PDK’ê li Şengalê ava bikin. Ev jî beşek ji peymana 9’ê Cotmehê ye. Em weke Êzîdiyên Iraqê vê siyaseta ku PDK dixwaze li me ferz bike, qebûl nakin. Weke Rêveberiya Xweser jî em vê siyasetê qebûl nakin û nabe ku bêyî civaka Şengal biryaran bistînin.

Li ser vê gelek hewldanên me çêbûn û me hişyarî kiribû ku ti elaqeya Leqa 17 bi Şengal û Êzîdiyan re nîne. Û ti têkiliyên wan bi Şengalê re jî nîne. Ji ber ku armanca hatine wan ew e ku aramiya Şengal têk bibin. Li ser vê me hişyarî kir ku neyên. Lê ruxmî viya ewana rÊya xwe hilbijartibûn. Destpêkê kesî qala Viyan Dexîl û Mihemed nekirin. Lê PDK’ê ew ji bo xwe bi kar anî, di heman demê de cihên Êzîdiyan ên pîroz ji bo berjewandiyên xwe bikar tînin. Em ti carî qebûl nakin cihên me yên pîroz di bin sihê partiyan de bimîne.

Çima namzetên Êzidî nikarinbiçin Başûrê Kurdistanê

Çendek berê Baba Şêx hat serdana Şengalê, PDK’ê rê neda ku biçe ziyareta Şerfedîn bike. Lê belê rê didin kesekî wek Aşîtî Koçer biçe Şerfedîn û li wir ji xwe re bikin nuqteyên partiyê. Em viya qebûl nakin. Me ji raya giştî re diyar kir ku bi hêzeke eskerî em rê nadin kesekî derbasî Şengalê bibe. PDK’ê hin tişt ji bo me weke civaka Êzîdî qedexe dikin, lê ji bo xwe asayî dikin. Çima namzetên Êzîdî nikarin biçin Başûrê Kurdistanê propagandayên xwe yên hilbijatinê bikin?

Mesele ne hilbijartinê ye 

Eger dibêjin hilbijartin demokratîkbûn e, hingî ji me bêhtir kesek ji demokrasiyê fêhm nake. Hatina PDK’ê ya doh (pêr) ne mijara hilbijartinê ye. Esas hatina wan ew ku li Şengalê meqerên xwe yê partiyê ava bikin û gelek hêzên çekdar jî li pey wan bû ku xwe li Şengalê bi cih bikin.

Kesên ku hatine jî ji bo zextkirina li ser civaka Êzîdî ku dengan bidestbixin û heman demê civaka me çavtirsî bike. Rastiya hatina PDK’ê doh bi vê awayî bû. Rast e, namzetên PDK’ê li ser navê Êzîdiyan, ruxmî ku tu têkiliya wan bi zêdiyan re nîne lê ji ber wek nasname Êzîdî ne eger dixwazin bên li vir propagandayê xwe bikin tu astengiya ku em çêbikin nîne. Lê şertekî me heye ew jî rê bidin namzetê me ku biçe Başûrê Kurdistanê propagandayê xwe bike. Wê demê em jî rê bidin wan bên vir weke namzet. Lê eger Şengal bêxwedî dibînin û rê nadin malbatekî ji vir ziyareta Êzîdiyên Başûrê Kurdistanê bike û weke êsîr girtine xelkên me yên kampan de dikin, bila bizanibin ku xwedanê Şengalê li vir hene. Xwedanê Şengalê diyar in kî ne. Xwedî Şengalê ne ew in.”

Dixwaze peymana 9’ê Cotmehê bixe meriyetê

Omer Salih 

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih jî li ser provokasyona PDK’ê got: “PDK bi biryara xwe ku destûra wê ji dewleta Tirk girtiye, dixwaze tişta ku DAIŞ’ê nekarî pêk bîne, bibe serî.”  
Omer Salih ji ANHA’yê re peyivî. Wî da xuyakirin ku PDK ji bo ku peymana 9’ê Cotmehê ya bi Iraq û dewleta Tirk re bi cih bîne, li pey provokasyonan ketiye û wiha axivî: “Îro PDK dixwaze saziyên wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ, YJŞ, PADÊ û TAJÊ têk bibe. Hewl dide bi hinceta xebatên hilbijartinê provokasyonan bike ku bi hêza xwe nikarîbû li Şengalê bike. PDK’ê beriya niha jî nîşan dabû ku bi peymana Şengalê re xizmetê ji dijminê xwe re dike. PDK hewl dide bikeve Şengalê û hêza xwe ji dewleta Tirk û waliyê Mûsilê digire. Bi desteka wan dixwaze peymana 9’ê Cotmehê ya xiyanetê bixe meriyetê.
Her wiha ji ber ku PDK’ê hêza xwe kêm bûye, îro dixwaze berê xwe bide Şengalê û careke din girseyekê ji xwe re peyda bike. PDK hatiye wê astê ku nikare li Başûr xebatên hilbijartinê bi rê ve bibe. Aşkera ye ku namzetên li Şengalê dertxistine, kes destekê nadê lê hewl dide li gel hêzên leşkerî bikeve Şengalê û li pey provokasyonan e. Gelê Şengalê dê li dijî vê lîstikê bisekine.” 

Şengalê

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.