Arkeologan li Bakurê Perûyê, li herêma Panamarca ya ku bajarekî antîk lê ye, resmekî nû dît. Fîgûrê ku li ser dîwarekî hatiye dîtin, du seriyên wî hene û resmekî bi reng e. Dîrokzanan got, ev resm ango fîgûr, beriya 1400 salan hatiye çêkirin û xeyalên hunermendên wî zemanî teswîr dike.

Rêvebira Projeya Lêkolînên Arkeolojîk (PIA) Jessica Ortiz Zevallos got, “Beriya niha di hunerê Moche an jî li herêma Andê de tiştekî bi vî rengî nehatibû dîtin. Di çandên berê yên beriya dagirikirina Spaniyan de jî em rastî tiştekî wiha nehatin. Ev fîgûrê du serî, cara ewilî ye li vê herêmê tê dîtin û kifşeke nû ye.”

Şaristaniya Moche, Piştî Mîladê di navbera salên 300 û 850’î de li herêma Panamarca hatiye damezirandin. Yanî ew beriya Şaristaniya Înkayan li herêmê bûn. Şaristaniya Moche bi sinehatkar û hunermendên xwe dihat naskirin. Wan gelek xaniyên bi kerpîçan çêkiribûn û li ser dîwarên van xaniyên kerpîç, resmên bi vî rengî çêkiribûn. Wan li ser dîwaran bi boyaxê bêhtir fîgûrên mîtolojîk xêz kiribûn. Resmên wan ên li ser dîwaran nîşaneya têkiliya wan a civakî bû û her wiha hêza sêwirînên wan jî derdixe holê.

Arkeologan beriya niha jî li herêma Panamarca resmên li ser dîwaran kifş kiribûn. Lê fîgûrê du serî cara yekem e ku li vê herêmê tê dîtin.

LÎMA