Li Perûyê bajarekî antîk hate dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 00:35

Li Geliyê Supe yê li bakurê Peruyê, li herêma arkeolojîk a Caralê, bajarekî kevnar ê ji 3,500 salî zêdetir hat dîtin.

Ajansa nûçeyan a Peruyê Andina’yê dibêje, ev bajarê bi navê “Peñico” di navbera salên 1800 û 1500’î de hatiye avakirin û wekî yek ji navendên bazirganiyê di navbera peravên Pasîfîkê, Çiyayên Andes û Amazonê de hatiye bikaranîn.

Bajar, piştî heşt salên lêkolîn û kolandinên arkeolojîk, wekî navendek ku entegrasyona civakî teşwîq dike tê binavkirin. Li gorî arkeolog Ruth Shady, ku xebatên kolandinê birêve dibe, Peñico di bazirganiya herêmî û danûstendina çandî de rawestgeheke girîng bû.

18 avahiyên abîdeyî

Wêneyên dronan diyar kirin ku di bajar de 18 avahiyên abîdeyî hene. Di nav van avahiyan de perestgehên merasîman, kompleksên niştecîh û saloneke merasîman a balkêş hene. Di salona merasîman de, nîgarên alavên muzîkê yên kevnar ên bi navê pututu, ku dikarin dengê xwe ji dûr ve bigihînin, peykerên bi şeklên mirov û ajalan, gerdanên ji qalikên deryayê û gelek tiştên rîtuelî hatin dîtin.

Ruth Shady destnîşan kir ku ev vedîtin girîngiyeke mezin e û got: “Ev bajar ji bo têgihiştina qeyranên ku ev şaristanî di navbera salên 1800–1500’ê B.Z. de rû bi rû maye, nîşanên nû pêşkêş dike.” Wê her wiha tekez kir ku ji bo parastina Peñico’yê divê tedbîrên ewlehiyê yên zêdetir bên girtin.

Bajarên Caral, Áspero û Vichama ji mêvanan re vekirî ne. Shady diyar kir ku Peñico jî dikare bikeve vê lîsteyê, lê tenê piştî ku ewlehî were misogerkirin.

Berdewamiya şaristaniya Caral

Arkeolog Marco Machacuay ji Wezareta Çandê ya Peruyê got ku girîngiya rastîn a Peñico’yê ji berdewamiya civaka Caralê tê. Şaristaniya Caral, ku nêzî 5 hezar sal berê li Geliyê Supe yê Peruyê geş bû, bi pîramîdên xwe yên mezin, sîstemên çandiniyê û avahiyên bajêr bi nav û deng bû.

Peru, ji bilî bermahiyên Înka yên wekî Machu Picchu, her wiha ji bo cihên arkeolojîk ên mîna Xêzên Nazca yên razdar jî mêvandariyê dike. Vedîtina Peñico’yê wekî zincîreke nû li mîrata arkeolojîk a dewlemend a Peruyê, ku tê de mîrasên cîhanî yên wekî Machu Picchu û Xêzên Nazca hene, zêde kir. Vedîtina Peñico’yê wekî yek ji pêşketinên herî girîng ên ku ronahiyê li rabirdûya pêşdîrokî ya welat dike tê nirxandin.

PERÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.