- Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ku Wezareta Çandî û Şaredariya Parîsê jî piştgiriyê didiyê, dê îsal di navbera 4 û 7’ê Gulanê cara duyem were lidarxistin.
Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê ku Wezareta Çandî û Şaredariya Parîsê jî piştgiriyê didiyê, dê îsal di navbera 4 û 7’ê Gulanê cara duyem were lidarxistin.
Bernameya festîvalê ya îsal hat diyarkirin. Dê di festîvalê de gelek kurtefilm, filmên metrajdirêj û belgefilm werin nîşandan.
Festîvala îsal dê bi filma derhênerê Kurd Mano Xelîl yê bi navê “Cîran” dest pê bike û bi filma Şewket Emîn Korkî yê bi navê “Ezmûn” bi dawî bibe. Her wiha filmên “Klama Dayika Min” (Erol Mîntaş), “Xalko” (Samî Mermer), “Govenda Alî û Zîn” (Mehmet Alî Konar), “Bîranîna Hespê Reş” (Şehram Alîdî) û belgefilma Rûken Tekeş “Aether” ku behsa Heskîfê dike, wê werin nîşandan.
Festîval sê rojan wê dewam bike û film li salona “Centre Wallonie-Bruxelles’’ werin nîşandan.
PARÎS