- Li banliyoya Villeneuve Saint George ya paytexta Fransayê Parîsê, ciwanan di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan" çalakî li dar xist.
Li banliyoya Villeneuve Saint George ya paytexta Fransayê Parîsê, ciwanan di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan" çalakî li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer, ev çalakî li dar xist. Di çalakiyê de ciwanan ji bo xurtkirina berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk bang kir.
Ciwan destpêkê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Villeneuve Saint George kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Ciwanan tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li dijî Kurdistanê şermezar kir û bi pankarta li ser nivîsandî "Bi hev re Serhildan" meşiyan.
Di çalakiyê de dirûşman daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha faşîzm hate şermezarkirin. Di dawiya meşê de li pêşiya Şaredariya Villeneuve Saint George mîtîngek hate lidarxistin.
Qisekeran li qada mîtîngê ji bo pêngava ji aliyê KCK'ê ve hate ragihandin, banga tevlîbûneke xurt kir. PARÎS