Li Parîsê bin!

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 3 Çile 2023 - 01:49

Goksungur: Raya giştî ya Fransayê, çapemeniya Fransayê, jinên Kurd, Kurd, tevgerên sosyalîst, tevgerên jinên cîhanê û dostên Fransî bi me re li hev kirin ku ev komkujiya Parîsê ya duyemîn e. Lê belê dozgeriya Fransayê û hin rayedar bi israr dixwazin vê komkujiyê weke êrişeke nîjadperest a ferdî nîşan bide.

Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur xwest ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê, her kes 7'ê Çileyê beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li Parîsê bibe. 

Goksûngûr ji ANF'ê re axivî û got, di nava dewleta Fransayê de 2 klîkên cuda hene û ev klîk bi hev re nakok in. Goksûngûr diyar kir ku, heta kujerên komkujiyan bên eşkerekirin û ceza kirin, gelê Kurdistanê wê çalakiyên xwe bidomîne.

Goksungur anî ziman ku komkujiya 23'ê Kanûnê di encama nixumandina yekemîn komkujiya Parîsê de pêk hatiye û got, "Di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin. Di ser re deh sal derbas bûn. Dewleta Fransayê, edaleta Fransayê ev komkujiya bi destê dewleta Tirk, ev 10 sal in dernexist holê û hewl hat dayîn doz bi mirina bi guman û kuştina tetikkêş ê li girtîgehê bê nixumandin. 10 sal in jinên Kurd, Kurdistanî û gelek tevgerên jinan ên cîhanê ji bo eşkerekirina berpirsyarên vê komkujiyê çalakî li dar xistin.

Dewleta Fransa pişt re ev doz vekir. Lê belê vê carê bi danîna fermana nepenîtiyê li ser dosyayê sira dewletê çêkir. Kujer diyar in û hêzên li pişt wan jî diyar in, lê rastiya ku ev yek kirin sira dewletê, hêrsa jinên Kurd û gelê Kurd mezin kir. Di dema amadekariyên bibîranîna salvegera dehan a vê komkujiyê de li Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat. Ji ber ku ji qetlîama yekem hesab nehat pirsîn, dewleta Tirk bi rêya MÎT’a Tirk kujer peyda kirin û jinên Kurd pirr rehet qetil kirin.”

 

Klîkên dewleta Fransayê

Goksungur got, di nava dewleta Fransayê de du klîkên cuda hene: “Pêkhatina vê komkujiyê bi helwêsta Fransayê ve jî girêdayî ye. Ji 23’ê Kanûnê ve raya giştî ya Fransayê, çapemeniya Fransayê, jinên Kurd, Kurd, tevgerên sosyalîst, tevgerên jinên cîhanê û dostên Fransî bi me re li hev kirin ku ev komkujiya Parîsê ya duyemîn e. Lê belê dozgeriya Fransayê û hin rayedar bi israr dixwazin vê komkujiyê weke êrişeke nîjadperest a ferdî nîşan bide. Di nav dewleta Fransayê de du klîk hene. Klîkek bi dewleta kûr û gladio ve girêdayî ye. Vê klîkê hewl da ku îspat bike ku ev kujer ji hêla derûnî ve bêîstîqrar e, ew birin nexweşxaneyê. Di têgihiştineke din de Macron û Wezîrê Karên Hundir ên ku digotin, dewleta Fransayê dewleteke hiqûqê ye. Ev klîka duyemîn, dixwaze heta wê astê ku kujer di derûniya xwe de aram be, bê mehkemekirin. Niha ev her du klîk di nava pevçûnê de ne. "

 

Sefîrê Tirk li xwe mikur hat

Goksungur îşaret bi hewldanên dewleta Tirk kir û got, “Ji bo nixumandina komkujiyê ne. Hewl didin zextê li Fransayê bikin. Sefîrê Tirk dibêje, ´Eger çalakiyên PKK’ê yên li Parîsê bên rawestandin û qedexekirin, qetlîamên bi vî rengî çênabin.´ Ev jî îtîrafek e. Divê rayedarên dadweriya Fransayê vê tweeta sefîrê Tirkiyeyê wekî giliyê sûc qebûl bikin. Û gelek nav hene ku li dora xwe digerin. Rast an xelet, em jî nizanin, lê divê dozger der barê wan de gavan bavêje.”

 

Êriş li dijî jinên Kurd e

Goksungur bal bire ser komkujiya sala 2013´an a Parîsê jî û got, “Di vê komkujiyê de hedef jina Kurd, tevgera jinên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin, e.”

Goksûngûr anî ziman ku, Evîn Goyî ji ber ku li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kir û di têkbirina DAIŞ'ê de cih girt, bû hedef: "Jinên Kurd li hemberî vê artêşa hov a ku her kes jê ditirsiya şer kirin. Hevrê Evîn lehengek e ku di asta pêşengiyê de di şerê li dijî paşverûtiyê de şer kiriye, bûye fermandar û bi rastî jî mirovahî rizgar kiriye. Dilê Kurdan dişewitînin. Jinên Kurd ên berxwedêr hedef tên girtin.”

 

Kurd û dostên wan wê li Parîsê bin

Fatoş Goksungur anî ziman ku bibîranîna şehîd Sara Rojbîn û Ronahî ya 7'ê Çile, wê li gorî plansaziya xwe pêk were û wiha peyivî: “Çalakiya me ya bibîranînê wê 7 'ê Çileyê pêk were, hevrêya me Evîn di nava amadekariyên wê de cih digirt. Meş û mîtînga di 7 'ê Çileyê de wê gelê me yê li tevahiya Ewrûpayê beşdar bibe. Çalakiya di 7 'ê Çileyê de wê li her dera Ewrûpayê mirov beşdar bibin. Yên dixwazin werin, dikarin miracaetî sazî, federasyon û meclîsên me yên li welatên xwe bikin. Em bang li gelê xwe hemûyî dikin da ku bi ruhê berxwedanê beşdarî çalakiyan bibin." ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.