Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê dest bi meşeke dirêj kirin. Roja destpêkê ya meşê bi dawî bû. 
Ciwanan roja Duşemê piştî nîvro ji ber Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a li banliyoya Grignyê ya Parîsê dest bi meşê kir û roja destpêkê bi 10 kîlometreyî meşiyan. Meşa ku bi stranan û qîrîna dirûşman dewam kir heman rojê saet di 17:00 de bi dawî bû.

Meş di çarçoveya pêngava 'Bes e ji faşîzm, tecrîd û dagirkeriyê re - bi hev re serhildan' pêk hat.

Ciwanan posterên Ocalan û alên PKK'ê hildan û li ber pankarta bi nivîsa "Azadî ji Abdullah Ocalan re - Bi hev re serhildan" meşiyan. Ji çalakgeran Seyhan Amed bal kişand ser meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dest pê kirine û ciwanên Kurd ên welatparêz hemû vexwendin da ku beşdarî van çalakiyan bibin.

Seyhan Amed got, "Komplo û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan 22 sal li pey xwe hiştin. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo têkbirina vê komployê û têkbirina tecrîdkirina

Ocalan divê em kar bikin. Em bang li hevrêyên xwe yên şoreşger hemûyan dikin da ku bi wesîleya salvegera 22’yan a komployê, beşdarî meşên dirêj ên li Ewrûpayê bibin."

ANF/PARÎS