Li Nurnbergê doh sibehê polêsê Elman deriyê Mala Gel a Medya şikandin û bi ser avahiya wê de girt. Li gorî agahiyan, polêsan hemwext avêt ser mala welatparêza Kurd Makbule Kartal jî. Li malê mêvanekê/î pê re hat girtin û polêsan ew kire nezaretê.
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê doh sibehê, polêsan bi ser avahiya Mala Gel a Medyayê de û bi ser mala welatparêza Kurd Makbule Kartal de girt. Di van êrişan de, polêsan mêvakenekî Makbule Kartal kire nezaretê. Polêsên Elman deriyên avahiya Mala Gel a Nurnbergê şikandin. Polêsan tiştên di avahiyê de serûbinî hev kirin û belge hemû desteser kirin. Polêsan hemwext avêt ser mala welatparêza Kurd Makbule Kartal û kesekî navê wî nehat zanîn kire nezaretê. Ji ber ku di dema avêtina ser malê de, Makbule Kartal ne rehet bûye, ew birine nexweşxaneyê.
Federasyona FCK-BW-Bayernê têkildarî serdegirtina Mala Gel a Medyayê ya li Nurnbergê daxuyaniyek da. FCK-BW-Bayernê serdegirtina polêsan, şikandina deriyê komeleyê, û serdegirtina mala Makbûle Kartal şermezar kir.
Di daxuyaniyê de FCK-BW-Bayernê got, “Cihê fikaran e ku ev serdegirtin hema piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a faşîst a li Elmanyayê, hatiye kirin. Yê divê bê girtin Erdogan bi xwe ye.”
Federasyona FCK-BW-Bayernê diyar kir ku dewleta Elman dixwaze Kurdan bike qurbanê berjewendiyên xwe û bang lê kir ku dest ji vê yekê berde.
MUNCHEN