Li Nînowayê goreke komî

În 26 Tîrmeh 2024 - 00:51

Di dema nujenkirina dibistanek li taxa Seîd ya ser bi bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî hate dîtin. Li gorî medya Iraqê di dema nujenkirina dibistanek li taxa Seîd ya ser bi bajarokê Til Efer a girêdayî parêzgeha Nînowayê de, gorek komî hate dîtin ku 14 cenaze tê de bûn.

Her wiha hate ragihandin ku heta niha nasnameya cenazeyên di gora komî de nediyar e û di derbarê wê de lêkolîn berdewam e. Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de gelek deverên Iraqê hatibûn dagirkirin. Her wiha gelek komkujî hatin pêkanîn û wan kesan avêtin gorên komî de. Ji roja ev herêm hatin rizgarkirin ve, dem dem ev gorên komî yan bi tesadufî ku di encama projeyên avahîsaziyan û çêkirina rêyan de têne dîtin, yan jî di encama lêkolîn û lêgerînên zanistî yên ji bo dîtina van goran de tên kirin de têne dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.