Li Nimrûdê deriyekî dîrokî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 12 Kanûn 2022 - 02:58

Arkeologan li bajarê Nimrûd yê nêzî Mûsilê, deriyekî dîrokî yê bi qasî 2 metre û nîvan dît. Bajarê Nimrûd ê dîrokî û kevnar, sala 2016’an ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hate rûxandin û gelek berhemên li wir hilweşiyan. Her wiha hin ji wan jî hatin talankirin û dizîn. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Nimrûdê demeke dirêj xebat hatibûn rawestandin. 

Arkelogan gava dîsa dest bi xebatên kolana erdê kir, rastî deriyekî dîrokî hatin ku di bin kavilan de mabû. Derî ji qonaxa Qralê Aşûrî yê bi navê Adad-Nirari III maye.

Pêşengê koma arkeologan Michael Danti ku li Zanîngeha Pensîlvanyayê dixebite, ev derî weke berhemeke “giring” nirxand û got, “Tenê ne ku ji ber talana IŞID’ê hatiye xelaskirin giring e, her wiha bi mezinbûna xwe jî girîng e.” Michael Dant da zanîn ku di sala 1840’î de arkeologê bi navê Austen Henry Layard ê Ingilîz cara yekê li vê herêmê xebitiye û wî zemanî çend lewheyên dîrokî yên ku li ser nivîs hene, hatine kifşkirin. 

Li ser deriyê ku nû hatiye ditin jî nivîsên mîxî hatine nivîsandin û tê gotin ku ev derî jî dewama wan lewheyên Layard dîtî ye. 

MÛSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.