Li Newrozîstanê arê azadî û statûyê vêket

Duşem 18 Adar 2024 - 00:31

  • Ji Bakur heta bi Rojava, ji Rojhilat heta bi Başûr Kurd bi cil û bergên Kurdî, bi kelecana arê Newrozê xwe berdidin qadan, meşaleyên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ vêdixin, Kurdistanê dikin Newrorîzstan. 

Tevahiya Kurdistanê ketiye ber bayê agirê Newrozê. Newroz a ku bi çalakiya yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan a li Zindana Amedê û bi serhildanên Bakur ên Newrozê ji efsaneyeke mîtolojîk derket û bû rûdaneke dîrokî  û motîvasyona nîşandana îradeya azadiya gelê Kurd, îsal bi pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’’ dibe yek û Newroza sala 2024’an bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ tê pîrozkirin.

Kurd xwe hazir dikin ku di Newrozê de hêrs û kîna xwe ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiyê ya ji bo Rêbertiya xwe li qadên Newrozê bi asta herî bilind nîşan bidin. Kurd her wiha di Newrozê de wê peyama, ‘’ji Kurdistanê re statû’’ jî bidin dewleta Tirk û hemû raya giştî ya cîhanê. 

Bi vê çarçoweyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal Newroz wê li 14 navendan bi awayekî girseyî were pîrozkirin.

Bernameya pîrozbahiya Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû. Bi çarçoveya bernameya ku ji hêla Înisiyatîfa Gel ve hatiye amadekirin li 14 navendan wê agirê Newrozê were vêxistin. 

Li gorî agahiyên înîsiyatîfê parve kirine; wê li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Kobanê, Minbic, Şehba û Helebê agirê Newrozê were vêxistin. 

Bi çarçoweya haziriya Newrozê kuçe û kolanên Qamişlo bi posterên Rêber Ocalan hate xemilandin. 

Cizîr xemla xwe girêdide

Her wiha Komîteya Amadekar a Newrozê ya Cizîrê ragihand ku haziriyên ji bo Newroza Cizîrê qediyane û bang li şêniyên Cizîrê kir ku bi girêdana Kurdî tevlî şahîneta Newrozê bibin.

Li Cizîrê ku bi Newrozên salên 90’î cihê xwe di dîroka Kurd de daniye û berdêlên giran Newroz pîroz kirî, Newroz wê 19’ê Adarê bi dirûşma,’’Rabe, dema azadî û serkeftinê ye’’ were pîrozkirin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan dê di pîrozbahiyê de biaxivin. Koma Hîvron, Koma Hevra, Sorjiyan û ji hunermendên cihî Koma Birca Belek dê derkevin ser dikê. Navnîşana pîrozbahiyê jî qada Newrozê ya li pêşiya TOKÎ’yên li Taxa Banê Xanê ye. 

Ji endamên Komîteya Amadekar Fatma Tunç jî got ku ew li bendê ne hemû jin bi cilên Kurdî tev li Newrozê bibin.

i hezaran welatiyên wanî ji noqteyên cuda ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve diherikin. 

Li Wanê Newroz sedhezaran

Her wiha Coşa Newroza Wanê yekşemê ji saetên serê sibehê ve dest pê kir. Newroz, bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê lidarxistin û navnîşana wê Parka Newrozê ye ku Keleha Wanê û Gola Wanê digihijîne hev. Xelkê bajar ji saetên zû yên serê sibehê ve ji gelek navçe û taxan hatin navendê. Piştre jî ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve herikîn. 

Welatî, ji çar noqteyên lêgerînê derbas bûn û wisa ketin qadê. Welatiyên ku ketin qadê, bi coşa Newrozê dest bi gerandina govendê kirin. Jin bi kiras û fîstanên xwe, zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê tije dibe û flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê li ba ne. Li qadê her wiha gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” olan didin. 

 Tê payin ku Newroz li Wanê bi tevlêbûna bi sed hezaran kesî were pîrozkirin.

Ji bo pîrzbahiya Newrozê bi hezaran kes diherikin qada Yenîkapiyê. Li qada dirûşma "Bijî Serok Apo" olan dide. 

Kurdistanbolî diherikin qadê 

Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku li Qada Yenîkapiyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin Yekşemê dest pê kir. Pîrozbahî bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê lidarxistin. Bi hezaran welatî ber bi qadê ve diherikin.  

Li dika Newrozê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. Welatî ji du cihên cuda ketin qada Newrozê. Girseyên ku li gelek deverên cuda yên bajar hatin gel hev, ber bi qada pîrozbahiyê ve herikîn. Gelek kesan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û welatiyên ku berstûyên bi rengên kesk, sor û zer li xwe kirin, dîmenên rengîn derxistin holê. 

Ciwanekî tîşortê bi nivîsa “Kurdistan” tev li pîrozbahiyê bû. 

Welatiyên ku ketin qadê, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadê olan dide. Welatiyan li ber muzîkan xelekên govendê gerandin. 

Kurdistanbolî qefle bi qefle berê xwe didin qada Newrozê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.