Li Musilê şûnwarên Aşuriyan hatin dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Cotmeh 2022 - 05:22

Li Musilê di dema nûjenkirina cihek dîrokî de, şûnwarek serdema Aşuriyan ku dîroka wê digihe 2 hezar 700 sal ji beriya niha, hate dîtin.

Hefteya borî tîmek pispor di dema nûjenkirina ‘Deriyê El Mesqe’ ya li Musilê de, heşt berên mermer û nexşandî ên dîrokî dîtibûn.

Rêveberê Karûbarên Nûjenkirina Deriyê El Mesqe Fazil Mihemed ragihand, dema ku tîmên wan ew heşt parçeyên mermer ên dîrokî ku bi nexş û nivîs li serin dîtin matmayî man.

Li ser yek ji wan mermeran wêneyê kesek ku dema tîr diavêje hatiye nexşandin. Li ser mermerên din jî wêneyên dara xurmeyê hatine nexşandin.

Fazil Mihemed diyar kir nivîsa li ser wan derdixe ku ew dîwar di dema serdema Senharîb Paşayê împaratoriya Aşuran de hatine çêkirin ku dîroka wê di navbera salên 681-705’ê Beriya Mîladê ne.

Deriyê El Mesaqe yek ji cihên dîrokî ên bajarê Musilê ye ku di sala 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve beşek wê hatibû xirakirin.

ROJNEWS/MUSIL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.