Li Musilê 11 cenaze hatin dîtin
Sêşem 31 Cotmeh 2023 - 00:31

Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Musilê ragihand îro tîmên wan li Musilê 11 cenazeyên ku nayên naskirin, li binê avahiyek rûxiyayî de dîtine. Rêveberiyê ragihand piştî ku ew li ser hebûna hinek cenazeyên di binê xirbeyek de hatin agahdarkirin, tîmên wan çûn cihê bûyerê û 11 cenazeyên ku nayên naskirin, li binê avahiyek rûxiyayî de derxistin. Ji ber cenaze xirab bûne, nekarîne nasnameya wan diyar bikin. Ji bo eşkerkirina nasnameya wan cenazeyan şandine Tiba Edlî ya Musilê.
Hêjayî bibîrxistinê ye piştî sala 2014’an Musil ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û komkujî pêkanîn. Ji wê demê ve gelek gorên komî li Musil û Şengalê hatine dîtin. Tê texmînkirin ku bi dehan gorên din ên komî li herêmê hebin.
NAVENDA NÛÇEYAN















