Kurdan û dostên wan ên li paytexta Rûsyayê Moskovê, bi wesîleya salvegera 11’an a destpêkirina Şoreşa Rojava, pîrozbahî li dar xistin.
Nûneriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Rûsyayê, li Navenda Konserê Astaxov a Moskovê pîrozbahî organîze kir.
Beriya pîrozbahiyê resepsiyon hat dayîn. Gelek saziyên ku nûneriya gelên cuda dikin, beşdarî vê resepsiyonê bûn.
Piştî xwendina sirûdên neteweyî ya Kurdistan û Rûsyayê, Nûnerê Rûsyayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Reşad Bênav got, bi saya berxwedana şehîdan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pêkan bû û destnîşan kir ku îro bi saya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê bipêşketin çêdibin.
Hevserokên Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Federal a Kurdan a Federasyona Rûsyayê, Şoreşa Rojava pîroz kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna gelê Kurd êdî li cîhanê tê naskirin.
Di pîrozbahiyê de li ser Şoreşa Rojava û têkoşîna gelên herêmê, li sînevîzyonekê jî hat temaşekirin.
Hunermendên Kurdistanî Hacî Mûsa, Nesrîn Botan, Roj Azad, koma folklorê ya Kurd ‘Rûken’, koma dansê ya Yewnan ‘Fîlokseniya’ û dengbêja Yewnan Arîadna Prokopîdû derketin ser dikê.
ANF/MOSKOV