• Wergera Îtalî ya pirtûka “Jin jiyan azadî”, li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê hate nasandin.

Wergera Îtalî ya pirtûka “Jin jiyan azadî”, li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê hate nasandin.

Pirtûka “Jin jiyan azadî” ku ji aliyê Înstîtuya Andrea Wolf a Jineolojiyê ve hatiye nivîsandin, sala 2020’an hatibû çapkirin. Wergera kitêbê ya Îtalî jî hat kirin. 

Pirtûk li bajarê Mîlanoyê bi civînekê hate nasandin. Civîna danasînê ji aliyê Rete Jin a Îtaliya û Komîteya Jineolojiyê ya Îtalyayê ve hate lidarxistin.

Civîna li navenda civakî ya Piano Terra bi beşdariya gelek jinan pêk hat.

Di civînê de li gel danasîna pirtûkê her wiha şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate nirxandin. Di civînê de ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin îmze hatin berhevkirin.

MÎLANO