Li Mexmûrê turnuva jinan

Yekşem 20 Îlon 2020 - 15:45

  • Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) turnuvaya futbolê dan destpêkirin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya kampanyaya "Em dibêjin na" de ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêber Apo 27'ê Tebaxê dest bi çalakiyên cur bi cur kiribû. Di çarçoveya van çalakiyan de pêr jinên ciwan turnuvaya futbolê dan destpêkirin.
Turnuvaya futbolê ya bi navê ‘Ji lîstikên bi zihniyeta baviksalarî re na’ diyarî Nûcan Serdoz hat kirin. Di tûrnûvayê de 4 tîm beçdar dibin. Di vê çarçoveyê de taxa 1 û taxa 3  û taxa 2 û taxa 4 dê bên pêşberî hev û li ber hev bidin. Di roja yekem a turnuvayê de tima Taxa 2 û taxa 4 hatin pêşberî hev.
Berî tûrnûvayê axaftin hatin kirin û li ser navê TJCM’ê Selma Bozan axivî û got: "Ev turnuvaya ku me daye destpêkirin li ser pêngava ‘Em Dibejin Na’ me daye destpêkirin. Wekî tê zanîn dijmin bi awayê fizîkî êrişî jinan dike û dixwaze bi van êrîşan jinan tune bike. Ji bo vê yekê jî li dijî vê zihneyeta baviksalar me ev turnuva daye destpêkirin. Bi akitîvîteyên bi vî awayî em hêz û îradeya xwe didin diyarkirin. Ji ber vê jî heta dawî em ê tebikoşîn û bi ser kevin." 
ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.