Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştarê dewam dike. Doh bi merasîmekê koma 37'an çalakî dewr girt. Çalakî di roja 75’an de dewam dike. Kom wê sibe grevê dewrî koma 38´an bike.
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidor kirin. Ev çalakî di roja 95´an de dewam dike. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Doh koma 37´an çalakiya greva birçîbûnê bi merasîmekê dewr girt.
Li ser navê koma 36’an çalakvan Xebat Gundikî axivî û got, "Demeke dirêj e em weke gelê Mexmûrê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Armanca çalakiya me ne tenê şikandina tecrîda li dijî Rêber Apo ye, armanca me bi awayekî fizîkî azadkirina Rêbertiyê ye. Ji ber ku êdî dem hatiye ku ew di nava civaka xwe de bijî. Hevalên ku li zindanan de ketine çalakiya greva birçîbûnê, em wan silav dikin û ji wan re serketinê dixwazin. Divê êdî ji bo rizgariya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li her devera cîhanê çi pêwîst be, were kirin.’’
Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana Garê” û “Bijî berxwedana Hepsan” bi dawî bû. MEXMÛR