Li Mekehê 900 hecî mirin

Nûçeyên Cîhan

În 21 Hezîran 2024 - 00:49

Hate ragihandin ku li Suûdî di seredana hecê de zêdetirî 900 kesî mirin. Xizmên kesên ku di seredana hecê de winda bûne, berê xwe dan nexweşxaneyan.

Gelek heciyên ku hefteya borî li Mekehê di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dabûn Misrî bûn.

Li gorî nûçeyeke AFP’ê hejmara Misriyên ku di seredana hecê de jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 600 kes in.

Li gorî nûçeyê li Mekehê pileya germahiyê bûye 51.8 derece û hate ragihandin ku hemû mirinên van rojên dawiyê ji ber germahiya zêde ne. 

AFP’ê li gorî çavkaniyên gelek welatên cuda ragihand ku heya niha di seredana hecê de 922 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Xizmên kesên ku winda bûne jî berê xwe dan nexweşxaneyan û fikar zêde ne ku bîlanço girantir bibe.

Li gorî rayedarên Siûdî îsal 1.8 milyon kesî ji bo hecê berê xwe daye Mekehê ku ji wan 1.6 milyon kes jî ji derveyî welat hatine. 

Her sal bi deh hezaran hecî bêyî ku vîzeya fermî bistînin hewl didin ku biçin hecê û her wiha ev hecî nikarin li tesîsên ku lê klîma hene bimînin. Îran, Senegal, Endonezya û Tûnûs jî ji wan welatan e ku îsal gelek bûyerên mirinê ragihandine.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.