Siûdî Beşar Esad vexwend

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 00:05

  • Di daxuyaniyê de hat gotin: "Civîna bê wê li Siûdî were kirin û ev civîn wê çalakbûna Ereban xurttir bike.”

Melikê Erebistana Siûdî, Serokê Sûriyê Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku 19’ê Gulanê li Cîddeyê tê lidarxistin.

Di daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê de hat diyarkirin ku Esad dawetnameya Melik Selman wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Civîna bê wê li Siûdî were kirin û ev civîn wê çalakbûna Ereban xurttir bike.”

Esad herî dawî di sala 2010’an de beşdarî civîna Yekîtiya Ereban bûbû. Ev civîn li bajarê Sirte yê Lîbyayê hatibû lidarxistin.

Hikûmeta Siûdî û ya Şamê ragihandin ku ew ê piştî 11 salan roja Sêşemê bi hev re nûnertiyên xwe yên dîplomatîk vekin.

Erebistana Siûdî di demên dawîn de têkiliya xwe ya bi Sûriyê re nerm kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.