Siûdî deriyê dibistanên Tirkan dada

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Adar 2021 - 16:30

  • Li gorî zanyariyan 5 dibistanên fermî yên dewleta Tirk ên li Medîne û Mekkeyê deriyê wan hatiye dadan.

Rêveberiya Siûdî piştî boykota malên Tirkî, vê carê kilît li deriyên dibistanên girêdayî dewleta Tirk ên li Siûdiyê xist. Li gorî zanyariyan 5 dibistanên fermî yên dewleta Tirk ên li Medîne û Mekkeyê deriyê wan hatiye dadan.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê Mûdirê Giştî yê Perwerdeya Derveyî Welat a Girêdayî Wezareta Perwerdeya Millî ya Tirkiyeyê Ehmed Emre daye meclîsa Tirk, 5 dibistanên wan ên li Mekke û Medîneyê ji aliyê rêveberiya Siûdiyê ve hatine girtin. Tê gotin dibistanên Tirk ên li Siûdî ji dawiya sala 2020’an ve deriyê wan hatine dadan.

Ji dema mirina rojnamevanê Siûdî yê li Tirkiyeyê Cemal Kaşikçi heya niha, aloziya navbera rêveberiya Siûdî û dewleta Tirk de dewam dike. Siûdî destpêkê ketina malê Tirk ji bo welat asteng kir, paşê qedexe danî ser şîrketên Siûdî ji bo mal ji Tirkiyeyê nestînin. Her wiha kar ji mûtehîdên Tirk re ne hate dayîn, paşê jî bang li welatiyên Siûdî hate kirin ku neçin Tirkiyeyê. Her wiha bang li welatiyên xwe kirin kes neçin xwaringeh û berberên Tirk û bi deriyê marketan ve jî nivîsa “Malê Tirkiye nayê firotin” daliqandin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.