DYE bê dudilî Siûdî diparêze

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 01:37

  • Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal, Erebistana Siûdî istîxbarat daye DYE'yê û li gorî wê, Îran xwe amade dike bombeyan li Meliktiya Siûdî û li Hewlêrê bibarîne.

Li gorî istîxbarata Erebistana Siûdî bi DYE'yê re parve kiriye, Îran amadekariyê dike ku Meliktiya Siûdî bombe bike. DYE'yê jî diyar kir ku ew ê ji bo parastina hevalbendên xwe dudilî nebe.

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal, Erebistana Siûdî istîxbarat daye DYE'yê û li gorî wê, Îran xwe amade dike bombeyan li Meliktiya Siûdî û li Hewlêrê bibarîne.

Di çarçoveya van agahiyan de gelek welatên cîranê Îranê, hêzên xwe yên leşkerî xistin nava alarmê.

Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê got, "Ji bo berjewendiyên xwe û parastina hevalbendên xwe yên li herêmê, em ê bê dudilî bikevin nava liv û tevgerê."

Berdevk got, "Em ji dîmenê gefê bi fikar in, em bi kanalên istîxbaratê û leşkerî yên Siûdî re timî di nava têkiliyê de ne."

Di êrîşa muhafizên şoreşê yên Îranê de dawiya Îlonê li Başûrê Kurdistanê, 14 kes şehîd bûbûn, 58 kes jî birîndar bûbûn. Di êrişan de bi taybetî hêzên Rojhilatê Kurdistanê bûbûn hedef û gelek deverên sivîl hatibûn bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.