Çapemeniya Ereb têkiliyên Şam û Erebistana Siûdî çawa şîrove kir?

Nûçeyên Cîhan

În 14 Nîsan 2023 - 00:02

  • Dîplomatekî ji Kendavê hebûna Îranê û sûriyeyiyan li Erebistana Siûdî ya di rojekê de, wiha wesif kir: "Tişta ku diqewime bi yekcarî dînbûyînek e û çend meh berê nedihat pêşbînkirin."

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe ya doh de cih da têkiliyên Erebistana Siûdî û Şamê û wiha nivîsî: “Li gorî medyaya fermî, wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad doh (pêr) gihaşt Erebistana Siûdî. Ev serdana nîşaneyeke diyar a bidawîbûna qutbûna Siûdî-Sûriyeyê ye. Her wiha nîşan dide ku deriyên vegera Şamê li Komkara Erebî êdî vekirî ne û li benda beşdarbûna serokê Sûriyeyê Beşar Esed di lûtkeya erebî de ye. Biryar e lûtke Gulana bê li Erebistana Siûdî were lidarxistin.

Serdana dîplomatekî mezin ê sûriyeyî ji bo qraltiyê ya yekemîn ji zêdetirî dehan salan ve ye. Her wiha piştî peymana di navbera Riyad û Şamê de ya ji bo domandina têkiliyan û ji nû ve vekirina balyozxaneyan pêk hat.

 

Hîç nedihat pêşbînkirin

Di daxuyaniya Erebistana Siûdî de hate gotin, Feysel Bin Ferhan û Miqdad dê xebatên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî, parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û ewlehî û îstiqrara wê, vegera ewle ya koçberên Sûriyeyê li welatê xwe, her wiha gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên zirardîtî yên li Sûriyeyê nîqaş bikin.

Hemwextî serdana Miqdad, dê şandeyeke îranî serdana Erebistana Siûdî bike da ku balyozxaneya li Riyadê dîsa veke.

Dîplomatekî ji Kendavê hebûna Îranê û sûriyeyiyan li Erebistana Siûdî ya di rojekê de, wiha wesif kir: ‘Tişta ku diqewime bi yekcarî dînbûyînek e û çend meh berê nedihat pêşbînkirin.’

Lêkolînera li Enstîtuya Baker a Polîtîkayên Giştî, Yasmin Farûq  diyar kir ku geşedanên dawîn ên der barê aramiya li herêmê de 'ne  suprîz bûn'. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.