Li Meclîsa Elman pêşniyaz: ‘Tirkiye ji KE’yê derxînin’

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:29

Pisporên ku tevlî rûniştineke Meclîsa Elman bûn, xwestin ku li dijî Tirkiyeyê ku bicihanîna biryarên têkildarî Yuksekdag, Demîrtaş û Kavala de red dike, helwesteke tundtir were nişandan û Tirkiye ya ku biryarên DMME’yê bi cih nayîne ji KE’yê were derêxistin. Her wiha hate gotin Tirkiye ya ku biryarên DMME’yê bi cih nayîne otorîteya DMME’yê dihejîne û teqez divê derheqê Tirkiyê bersiveke tund were dayin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Federe ya Elmanyayê ji bo salvegera lidarbûna71’an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) û ji bo salvegera qebûlbûna 76’an a Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan li Berlînê rûniştineke taybet li dar xist. Rûniştin roja duşemê hat lidarxistin û rola dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê ya misogerkirina bicihanîna biryarên PMME’yê hatin nirxandin. 

Li gorî nûçeya DW Turkçeyê; hiqûqnas, pispor û parastvanên mafan ên di Meclîsa Federe ya Elman de nêrînên xwe parve kirin, pêşniyaz hate kirin ku “dewletên ne li gorî standartan tevdigerin ji klubê bên derxistin”. 

Tirkiyê otorîteya DMME’yê dihejîne

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Elmanyayê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Christian Mihr axivî û got Tirkiyeyê hêj biryarên DMME’yê yên ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş û Yuksekdag jî bi cih ne aniye. Mihr, ev tişt anî ziman: “Tevî biryarên DMME’yê jî Kavala, Demîrtaş û Yuksedag hêj girtî ne. Ev yek nîşan dide ku saziyên Tirk di mijara bicihanîna berpirsyartiyên navneteweyî de dilxwaz nîne. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê KE û dewletên endam. Divê encamên paşguhkirina biryarên DMME’yê bi eşkereyî jê re bên vegotin. Divê jê re were gotin ku dê encamên van kiriyaran ji bo peywendiyên bi Tirkiyeyê re hebin. Nexwe dê zirar bigihije otorîteya DMME’yê û pergala mafên mirovan a Ewropayê.” 

Tirkiye ji KE’yê derxînin

Serokê Sekreteryaya Karên Hiqûqî yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Komîsyona Mafên Mirovan Dr. Günter Schirmer jî diyar kir ku divê bersivên tund nîşanî dewletên mîna Tirkiyeyê were dayîn ku bi biryarên DMME’yê nake. Schirmer, destnîşan kir ku divê dewletên endam standartên KE’yê yên serdestiya hiqûqê bi cih bînin û yên pê nekin jî ji endamtiyê derxîne yan jî nekarin bibin endam. Schirmer, Tirkiye weke mînak nîşan da û got ku divê bersivên tundtir bên nîşandan. 

Bersiveke tund lazim e 

Serokê Înîsiyatîfa Îstîqrarê ya Ewropayê Gerald Knaus jî xwest ku divê li dijî dewletên ne li gorî biryarên DMME’yê tevdigerin helwestên tundtir bên raberkirin û ji “kluba demokrasiyê” bên derxistin. 

Dibe ku Tirkiyê ji Konseyê bavêjin 

Prof. Dr. Angelika Nussberger ku beriya niha dadgeriya DMME’yê kiriye jî bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê. Nussberger, diyar kir ku divê Komîteya Wezîran li dijî Tirkiyeyê ya ku biryara DMME’yê ya derheqê Kavala de bicih ne anî de tevdîran bigire û wiha got: “Pêkan e ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê were derxistin.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.