- Îbrahîm Umer Îbrahîm ji ber hezkirina xwe mala xwe kiriye weke muzeyeke piçûk; tê de kelepora xelkê, nasname û çanda Kurdî diyar dibin.
RÊNAS REMO
ANHA/QAMIŞLO
Îbrahîm Umer Îbrahîm beriya 20 salan dest pê kiriye, alavên kevn ên ku nîşaneya dîrok û çanda herêmê ne, li mala xwe ya piçûk kom dike.
Ew ji daneheva alavên kevnare gelekî hez dike. Vê jî hişt ku Îbrahîm Umer Îbrahîm pirraniya çaxê xwe bi lêgerîna li alavên gelêrî û kevnar derbas bike û wan li mala xwe ya piçûk kom bike.
Îbrahîm Umer Îbrahîm niha 60 salî ye û ji gundê Etebê yê ser bi Tirbespiyê ye. Îbrahîm Umer Îbrahîm ji ber hezkirina xwe mala xwe kiriye weke muzeyeke piçûk; tê de kelepora xelkê, nasname û çanda Kurdî diyar dibin.
Îbrahîm destpêkê destarekî tîne; piştre wek pîşeyekî berê xwe dide meseleyê û dest bi komkirina tevahiya alavên kevn dike û dîrok û bikaranîna wê lêdikole.
Ne karekî hêsan e
Bidestxistina van alavan ne karekî hêsan e, gelek dem û ked lê diçe. Lê Îbrahîm bi armanca parastina kelepora pêşiyên xwe, van alavan li mala xwe kom dike û wan diparêze. Heta niha wî qederê 300 alavên kevnare kom kirine.
Îbrahîm ev 20 sal in ku pirraniya dema xwe li hundirê depoya xwe ya çandiniyê û odeya xwe ya piçûk derbas dike, û bi komkirina alavên kevn mijûl dibe.
Ji bo zindîkirina kelepora Kurdî
Îbrahîm dibêje, ew hewl dide kelepora Kurdî biparêze da ku nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin. Axir evîna wî ya ji van alavên kevnar re kir ku ew her tim di nav heval, hogir û cîranên xwe de li parçeyên kevnare bigire û muzeya mala xwe ya piçûk dewlementir bike.
Bi sedan alav li gel Îbrahîm Umer Îbrahîm hene. Di nava wan de, halt, cerar, miştê çandiniyê yê darî, nîr, tûrik, bivir û hesan jî hene. Di muzeya wî de xencer, şûr û alavên birrîna daran û sûdwergirtina ji qurman, hin alavên ronîkirinê, alavên germkirinê û alavên din ên ku di nava xwarinê de têne bikaranîn, cawên neqşkirî, qehfik û gelek pereyên kevnare hene.
Îbrahîm Umer Îbrahîm mala xwe kiriye weke muzeyeke etnografyayê, lê ew jî dizane ji bo parastin û birêkûpêk nîşandana berhemên berhevkirî, mekanekî din lazim e. Ji ber wê jî bang li aliyên peywendîdar dike, da ku alîkariya wî bikin, deverekê ji bo van alavan veqetînin, "wan alavan ji nemanê biparêzin û nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin."