Li malan destpê kir bû mufredat

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:48

OMER HORO-HÎVDA HEBÛN / ANF / REQA

Sîstema perwedeyê ya ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Rojava bi kedeke mezin hate afirandin, heta bê vê astê gelek zor û zehmetî dît. Pêvajoya perwerdeyê ya ku li malan bi qursên dizî destpê kir di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi mufredata xweser bi 3 zimanan dewam dike. Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Semîra Hec Elî ragihand ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re ji bo avakirina sîstema xwe pêvajoyeke berfireh destpê kir û got:"Hem ji bo parastina qadên Rojava, hem jî ji bo avakirina sîstema perwerdeyê, avakirina li qadên aborî û civakî, pêvajoyeke avakirina tevahiya sîstemê destpê kir. Pêngava herî girîng jî di dema 19'ê Tîrmehê de me dest bi karên ji bo perwerde û ziman kir. Bêguman beriya wê jî hebû, lê belê bi dizî dihate kirin, li malan dihate kirin. Lê belê bi şoreşê re di mijara perwerdeyê de karên girîng hatin kirin. Saziya Zimanê Kurd (SZK) di vir de bi roleke girîng rabû. Ji aliyê perwerdekirina mamosteyan, avakirina sîstema perwerdeyê ve karên girîng hatin kirin."

Gel xwedî li ziman derket

Semîra Hec Elî anî ziman ku piştî vê pêvajoyê diviyabû êdî perwerde bi rengekî akademîk bihata dayin, yan jî derbasî sîstema dibistanan bibûna û got:"Di 19'ê Gulana 2012'an konferansa SZK'ê hate lidarxistin. Di wê konferansê de me biryar wergirt ku perwerdeya ziman êdî li dibistanan bidin. Hejmareke kêm mamoste hatin amadekirin. Lê belê ev mamoste tenê li ser bingeha hînkirina tîpên Kurdî hatin amadekirin. Ji bo bikin ku civak nerazîbûnê nîşanî me bide, carna bi rojan dibistan digirtin. Bi vî rengî hewl didan nîşan bidin ku sedema astengkirina perwerdeya zarokan em in û bi vî rengî dixwestin civakê nerazî bikin. Lê belê helwesta gel gelekî cuda bû. Gel deriyê hin dibistanên hatin girtin şikand. Ji wan re hate gotin ku hem dibistan wê neyên girtin, hem zarok karibin perwerdeya xwe temam bikin, di heman demê de wê dersên zimanê Kurdî jî bê dayin. Bi vî rengî hem bi alîkariya mamosteyan hem jî bi alîkariya gel deriyên dibistanan careke din li gel hatin vekirin. Wê demê mamosteyên ser bi rejîmê ve carna bi mehan nedihatin dibistanan. Bi vî rengî xwestin zorê bidin me û nîşan bidin ku em nikarin bi ser bikevin.

Ez li vê derê dixwazim spasiya hemû xwendekarên 2-3 salan çûn zanîngehê û alîkarî dan me û mamosteyan bikim. Bi saya alîkariya wan me karîbû dersên xwe bidin. Materyalên dersê yên rejîma Baasê jî bû, lê belê bi rengekî cuda jî be me dersa pêwîst didan. Bi vî rengî me nehişt ku zarokên me bê perwerde bimînin. Bi vî rengî perwerdeya zarokan bi mehan dewam dikir û li gel vê yekê jî me perwerdeya zimanê Kurdî didan. 

Sîstema me demokratîk e

Di salên 2015 û 2016'an de li Efrîn û Kobanê ji pola destpêkê heta pola sêyemîn bi mufredata Rêveberiya Xweser perwerde hate dayin. Li Cizîrê di dema perwerdeyê ya 2016 û 2017'an de mufredata Rêveberiya Xweser heta pola 6'emîn hate dayin. Li Kobanê û Efrînê jî derbasî pola 12'an bû. Di sala 2017-2018'an de li Cizîrê ji pola 6'emîn heta pola 12'emîn derbasî mufredata Rêveberiya Xweser bû, lê hinek zehmetî hebûn. Lê belê dikarim vê bibêjim, ji sala 2015'an heta 2018'an mufredata Rêveberiya Xweser derbasî hemû dibistanan bû." Semîra Hec Elî destnîşan kir ku sîstema wan sîstemeke demokratîk e û got, "Mafên her zarokî têne parastin. Lewma her zarok di nava vê sîstemê de bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigire. Li gel vê yekê hînî zimanên pêkhateyên din jî dibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.