Li Londonê festîvala jinan

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:18

  • Li paytexta Ingilistanê Londonê, Meclîsa Jinan Jiyanê li Navenda Civaka Kurd (KCC) 26´ê Hezîranê Fesrtîvala Jinan a Zîlanê ya 17´an li dar xist. 

Li paytexta Ingilistanê Londonê, Meclîsa Jinan Jiyanê li Navenda Civaka Kurd (KCC) 26´ê Hezîranê Fesrtîvala Jinan a Zîlanê ya 17´an li dar xist. 

Jinan avahiya komeleyê tijî kir. Hevseroka Meclîsa Jinan Jiyanê, Ozgur Jiyanê di axaftina destpêkê de bal bire ser êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî û got, ev li dijî şoreşa jinê ya li çarparçeyên Kurdistanê ye. Wê got, berxwedana dîrokî jî dike ku dagirker bişikin. Wê xwest festîval ne tenê weke çalakiyeke çandî bê dîtin, lê her wiha weke bangeke ji bo têkoşîn û berxwedana jinê bê dîtin.  

Paşê li ser dîroka têkoşîna jinên Kurd sînevîzyonek hat nîşandan. Di bernameya çandî de pêşandana cilûbergên Kurd î hebû. Di bernameya ser dikê de jî hunermend Ayfer Duzdaş, Suna Alan, Koroya Jinên Kurd, Grup Yadê û Grup Pîro hebûn.  

LONDON 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.