• Dewleta Tirk li agir bi çiya û daristanê Kurdistanê dixe û paşê jî li wan temaşe dike. Xelkê gundên Licê bi derfetên xwe ji pêr ve hewl didin agirê bi daristanên wan ketî vemirînin.

Li Licê agir bi daristanê ket û ji bilî gundiyan kesî mudaxele nekir.
Pêr serê sibê li gundên Dêrxûst, Sîsê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê şewat derket. Bi bayê re şewat li qadeke berfireh belav bû. Her çiqas welatiyan agahî da komên agirkujiyê jî lê agirkuj bi hêceta şewat li qada çiyayî ye mudaxele nekirin. Lê piştî nîvro ku şewat her berbelav bû du maşîneyên agirkujiyê sewqî cihê şewatê hatin kirin. Lê ev agirkuj tenê li nêzî gundan sekinîn. Gundiyan bi kêmderfetên xwe hewl dan agir vemirînin.
Li van 5 gundan qadeke berfireh şewitî. Gundiyan got, wan bi xwe hewl didin agir kontrol bikin. Li herêmê şewat dewam dike û li hin cihan dû bilind dibe.

ANF/AMED