• Li başûrrojavayê Elmanyayê, di dema kontrola rê de 2 polês hatin kuştin. Niha operasyoneke berfireh a polêsan ji bo girtina gumanbar heye.

Li başûrrojavayê Elmanyayê, di dema kontrola rê de 2 polês hatin kuştin. Niha operasyoneke berfireh a polêsan ji bo girtina gumanbar heye.

Li gorî daxuyaniya polêsê Elman, li nêzî bajarê Kuselê, li Ulmetê di dema kontrola rê de yek jê jin, yek jî mêr 2 polês hatin kuştin.

Bi qasî ku Tagesspiegelê kariye ji çavkaniyan ji nava polês hîn bibe, polêsa jin a 24 salî negihaye ku sîleha xwe jî bikişîne. Lê polêsê mêr ê 29 salî sîleha xwe kişandiye û şarjorek jî vala kiriye beriya bê kuştin. Her du polês jî gava xwestine kontrola rê bikin, sivîl bûne. 

Tevî ku navî tohmetbar nayê eşkerekirin jî, heman rojname hîn bûye ku tohmetbar beriya niha ji ber ku ji cihê qezayê reviyaye, qeydiya wî ya sûc heye. Li gorî heman çavkaniyê, destûra sîlehê ya tohmetbar jî heye. Ji ber sedemên operasyona lêgerînê, navê wî nayê eşkerekirin. 

Li Elmanyayê beriya niha jî gelek caran polês hatine kuştin, û bi pirranî fail neo-nazî ne. Ji ber ku destûra sîlehê ya vî tohmetbarî jî heye, dibe ku elaqeya wî bi neo-naziyan re hebe.

FRANKFURT