Li Kurdistanê dewlet aparata AKP’ê ye

Şemî 2 Adar 2024 - 00:27

Li Kurdistanê dewlet bi walî, qeymeqam, fermandarên jandarma û hwd. ve weke aparateke hilbijartinê ya AKP’ê têne xebitandinê. 

Careke dî bi rengekî berbiçav xuya bû ku dewleta Tirk çawa bûye dewleteke partiyê û hêzên leşkerî jî di nav de çawa hemû temsîlên payebilind ên dewletê weke memûrên partiya xwe, bi rengekî aparatekê dixebitîne dijî siyaseta Kurdî ya li Kurdistanê. 

AKP ya ku berê bi walî û qeymeqeman xebata hilbijartinê dida kirin, vê carê jî li Şirnexê leşker şandin ‘’xebat’’a hilbijartinê. AKP bi hêza leşkerî ya ku daye pey xwe  hilbijartinê dixe nav atmosfereke terorê, bi mebesta ku gel çavtirsandî bike.

Li gorî yasayên Tirk li gel ku tişta ku tê kirin sûc e jî li dijî van kirinên AKP’ê ne ji saziyên darazê ve û ne jî ji aliyên partiyên din ên siyasî yên Tirk ve ti helwestek nayê nîşandan. Ev jî nîşan dema ku mijar Kurdistan be di navbeyna hemû partiyên siyasî yên Tirk, saziyên dewletê û AKP’ê de lihevkirinek nixumandî heye.

Ev lihevkirina nixumandî li Şirnexê careke dî hate xuyakirin. Namzetên AKP’î jî ku gel pêça xwe nade wan, bi hêza dewletê xebatên hilbijartinê dimeşîne. AKP’ê di hilbijartinên berê de jî walî û qeymeqam şandinê qadê û niha jî bi leşkeran ‘’xebatên hilbijartinê’’ dimeşîne.

Li navçeya Hezex a Şirnexê Waliyê Şirnexê Cevdet Atay, Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Mûrat Bûlût, Qeymeqamê Îdilê Anil Adiguzel, Midûrê Emniyetê Cemal Dalman qasî du rojan bi namzetê Şaredartiya Îdilê Îkbalhan Haznedar re ‘’xebatên hilbijartinê’’ meşand.

Waliyê Şirnexê Cevdet Atay, Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Mûrat Bûlût û şandeya pê re bi namzetê AKP’ê Haznedar re li navenda navçeyê geriyan û ji esnafan deng xwestin.

Li navenda navçeyê walî û fermandarê cendirmeyan ê bajêr bi namzetê AKP’î Haznedar re ‘civîna ciwanan’ li dar xist û piştre li gund û bajarokan geriyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.