Li Koyeyê komxebata navneteweyî ya Kurdî

Duşem 21 Sibat 2022 - 22:33

  • Li Koyê ya Başûrê Kurdistanê komxebata navneteweyî ya li ser rewşa zimanê Kurdî doh dest pê kir.

Li Koyê ya Başûrê Kurdistanê komxebata navneteweyî ya li ser rewşa zimanê Kurdî doh dest pê kir. Serokê Zanîngeha Koyeyê û hevseroka KNK’ê, her wiha gelek pisporên ziman, mamoste û nûnerên tevgerên siyasî tev li komxebatê bûne.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyeyê bi hevkariya Komîsyona Ziman a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), komxebatek hate organîzekirin.

Gelek mamoste, xwendevan, pisporên ziman, nûnerên tevgerên siyasî tev li komxebatê bûne. Piştî rêzgirtinê serokê Lijneya Bilind ya Guftugoyan Derya Hewêzî gotarek pêşkêş kir.

Serokê Zanîngeha Koyeyê Dr. Welî Mehmud jî piştre behsa pirsgirêkên zimanê Kurdî kir û got: “Mixabin me nekariye wekî tê xwestin girîngiyê bidin zimanê Kurdî. Eger pisporên zimanê Kurdî nelezînin, dê zirareke mezin bigihêje ziman. Ji ber ku niha zimanê biyanî li Herêma Kurdistanê ketiye pêşiya zimanê kurdî. Li dibistanan jî hîn zêdetir girîngî bi zimanê biyanî tê dayîn.”

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad jî got: “Girîngî dayîna zimanê Kurdî, erkeke neteweyî û exlaqî ye, divê hemû Kurd di hemû warên jiyanê de girîngiyê bi zimanê Kurdî bidin.”

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.