
Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Koye bi çalakiyek hunerî piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşanda. Di çalakiyê de ‘keziya herî dirêj’ hat nîşandan.
Li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya navçeyê ve çalakiyek hunerî ji bo piştgiriya Rojava û şervanên jin hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ‘Keziya herî dirêj’ ku ji aliyê du hunermendên bi navê Hewta Feryad û Herdî Mehdî ve hatibû çêkirin, hat nîşandan.
ROJNEWS















