Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa hêzên rejîma Îranê ya li herêma Koselanê daxuyaniyek da û got, ev êriş hîna jî dewam dike.
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku li gel pêvajoya çalakînekirinê ya hêzên wan jî, Îranê bi sedan leşker, bi dehan wesayîtên zirxî û bi qedexekirina qada Kosalanê li sivîlan, êrişî hêzên wan dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi moşekên katûşa, hawan û doçkayan herêm bê navber tê bombekirin û wiha hate gotin: “Ji ber êrişa hêzên Îranê ya li ser hêzên me di 13’ê Hezîranê de saet 15:00´an û di 14’ê Hezîranê de jî saet di navbera 05:00 û 16:00´an de li hin deveran şer qewimî. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de ji hêzên Îranê kuştî û birîndar çêbûne. Di vî şerî de zirar li hêzên me nebûye. Lê zirareke mezin jîngeha çiyayê Koselanê bûye û li ser jiyana gelê me yê Hewremanê bandoreke nerênî kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN