Li Kolnê pêşangeha ‘Giravê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Çile 2024 - 00:30

Wênesaz Sînan Hezer pêşangeha bi navê ‘Girav’ li bajarê Koln ê Elmanyayê vekir. Pêşangeh li Kulturbunker hate vekirin û 23 tablo hatin pêşkêşkirin. Hezer di van tabloyan de ji peyamên girîng ên di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de îlham girt. Memo Gul û Mazlûm Rewşen muzîk pêşkêşî pêşangehê kirin. Gelek hunermend û siyasetmedar beşdarî pêşangehê bûn. Hezer wiha got: “Nuqteya min a derketinê plan û krokiyên Girtîgeha Îmraliyê bû. Li vir hucreya Rêbertî ji nêz ve hate hîskirin û dîtin.”

Sînan Hezer ji bo çêkirina tabloyên di pêşangehê de parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwîne. Bi taybetî ji sosyolojiya azadiyê pir bandor dibe û vê pirtûkê 3 caran dixwîne. Piştre jî pênaseyên mîna “Teoriya Gulê û Parastina Rewa” û “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyê de balê dibe ser, esas digire û tabloyan amade dike. Wênesaz di hemû tabloyan de plan û krokiyên Girtîgeha Îmraliyê bi kar anîne û di nava her tabloyê de peyamên Rêber Abdullah Ocalan xêz dike. ‘Girav’ wê di demên pêş me de jî li bajarên cuda bê pêşkêşkirin.

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.