Kobanî doh meşiyan. Di meşa bi navê Meşa Rûmetê de Kobaniyan got: “Divê helwêsta kurdistaniyan li dijî dagirkeriyê yek be.” Herweha di mîtînga ‘Meşa Rûmetê’ ya Kobanê de banga piştgiriya berxwedana gerîlayan û rêgirtina li ber şerê birakujiyê ku dewleta Tirk dixwaze derxe, hate kirin.
Meşa bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê" ku ji Qada Jina Azad dest pê kir, gihaşt Qada Aştiyê ya bajarê Kobanê û veguherî mîtîngê.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got, sedan salan e ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin şerê faşîzma dewleta Tirk dike, gelê li herêma Firatê jî helwesta xwe ya li hemberî sûcên dagirkeriyê nîşan da.
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî û diyar kir ku dema ku DAIŞ têk çûye, dewleta Tirk ji hêrsa xwe re Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û piştre berê xwe da herêmê Eyn Îsa, lê şervanên QSD'ê hewldanên wan ên dagirkeriyê têk dibe.
ANHA/KOBANÊ