Li Kobanê krîza mirovî kûr dibe

Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:15

Ji ber êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, Kobanê 21 roj in di bin dorpêçê de ye. Krîza mirovî ya di warê tenduristî, elektrîk, av û xwarinê de her ku diçe girantir dibe.

Tevî ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyandibû ku ew ê ji Dêr Hafir a li rojavayê Firatê vekişin, çeteyên HTŞ, DAIŞ û yên bi ser dewleta Tirk ve di 18’ê Çileyê 2026’an de êrîşî Dêr Hafirê kirin. Ev êrîşên ku bi fermandariya dewleta Tirk û bi piştgiriya teknîkî dest pê kirin, di demeke kurt de li herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Hesekê belav bûn. Di 20’ê Çileyê de jî Kobanê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk ve hat dorpêçkirin. Di roja 21’ê ya dorpêçê de, krîza mirovî ya li bajêr her ku diçe kûrtir dibe.

Kobanê ligel 360 gund, 5 bajarok û 2 navçeyên xwe xwedî nifûseke nêzî 600 hezar kesî ye. Piraniya xelkê herêmê debara xwe bi çandinî, sondajên bîrên avê û xwedîkirina sewalan dikin. Kobanê ku xwedî gundewarekî fireh e, di warê navenda bajêr de cihê nîştecîhbûnê piçûk e û binesaziya wê li gorî nifûseke sînorkirî ye. Lê belê ji ber dorpêça 21 rojan a çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, bi hezaran gundiyên ku ji êrîşan reviyan, neçar man xwe bispêrin navenda bajarê Kobanê. Her wiha ji kampên penaberan ên li Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û Girê Sipî jî gelek kes hatin Kobanê. Piraniya penaberan di dibistanan, dukanên vala û hinek jî di nav wesayîtên xwe de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî di mijara germkirinê, spartinê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê de zehmetiyên giran tên kişandin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.