Li Kobanê çinîna fistiqan

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:39

  • Cotyarên ku baxçeyên wan ên fistiqan hene, li Kobanê dest bi çinîna fistiqan kir. 

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF/KOBANÊ

Cotyarên ku baxçeyên wan ên fistiqan hene, li Kobanê dest bi çinîna fistiqan kir. 

Ev nêzî hefteyekê ye ku fistiq li Kantona Kobanê û gundên wê tên çinîn. Piştî zeytûnan, fistiq yek ji giringtirîn berhemên aboriyê yên herêmê ye.

Cotkar Beşîr Xidir, dibêje, ‘’Îsal fistiq kêm peyda dibin. Ji ber peydabûna kêm a sotemeniya ji bo derxistina av û kêmasiya ceyranê, ava mirov pê daran av bide têr bi dest neket. Lêwma îsal daran zêde fistiq negirt."  

Xidir anî ziman ku Fistiq têra xelkê deverê dike. Lewma ne hewce ye ku mirov ji dewletên din fistiqan bikirin. 

Xidir got, divê dar, salê çend caran werin avdan û bên dermankirin. Tevî ku dar têr nehatine avdan û dermankirin, dîsa jî fistiq têra xelkê deverê dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.