Li Kerkûkê festîvala zarokan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 5 Hezîran 2023 - 14:27

Bi wesîleya Roja Cîhanî ya Zarokan li bajarê Kerkûkê festîvaleke hunerî hat lidarxistin.

Li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, bi navê ‘Rojeke hunerî li Kerkûkê’, di çarçoveya festîvaleke hunerî ya taybet ji bo roja cîhanî ya zarokan de hinek kar û çalakiyên hunerî ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin.

Festîval ji aliyê çend sazî û koman ve hat organîzekirin. 

Bi hezaran hunermend, aktîvîst, nûnerên sazî û sendîkayên hunerî û Koma Muzîkê ya Mezopotamyayê beşdarî festîvalê bûn, her wiha gelek jinên ciwan ên hunermend jî beşdarî pêşangehê bûn.

Wêneyên xwezayê ne

Hunermend Nadiya Azawî ku bi çend tabloyan beşdarî festîvalê bûye, got, “Ez bi sê berhemên hunerî beşdarî vê festîvalê bûm, tabloyên min taybet ji bo çanda Kurdî ne ku jinên Kurd nîşan dide. Min wêneyên xwe ji xwezaya Kurdistanê çêkirine.”

Ciwanê bi navê Rêbend Husên jî got, “Zarokên bajêr bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî mihrîcanê bûn. Di şahiyê de hejmareke zêde ya berhemên hunerî yên weke tablo, şanoya zarokan, stran û huner hatin pêşkêşkirin.”

Lara Kerkûkî jî anî ziman ku ew kêfxweş bûye beşdarî festîvaleke wiha bûye û got, “Zarok di vê festîvalê de berhemên xwe nîşan didin.”

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.