Li Kerkûkê aloziyê PDK sor dike
Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:15
Li Kerkûkê li dijî binçavkirina xwepêşanderên Kurd xwepêşandana welatiyên Kurd destpê kir û banga berdana kesên di xwepêşandana Kerkûkê de hatine binçavkirin, kirin.
Li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê li dijî binçavkirina xwepêşanderên Kurd xwepêşandana welatiyên Kurd destpê kir û banga berdana kesên di xwepêşandana Kerkûkê de hatine binçavkirin, kirin.
Namzetê PDK’ê araste dike
Li gorî agahiyên bi dest ajansa Rojnewsê ketine, ciwanên taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê daketin meydanan û daxwaza berdana kesên ku di xwepêşandanan ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine binçavkirin, kirin. Herwiha li gorî agahiyên bi dest ketine, ciwanên ku xwepêşandanê dikin ji aliyê aliyekê siyasî ve hatine arastekirin ku xwepêşandanan bidomînin, da ku aloziya li bajarê Kerkûkê berdewam bike. Li gorî gotinên hinek şahidên nêzîkî cihê xwepêşandan lê tê kirin, namzetekê PDK’ê li cihê xwepêşandanê dîtine. Herwiha şahidan diyar kirin ku hinek ciwanên ku li rex namzetê PDK’ê bûn piştre tevlî xwepêşandanê bûn. Heta amadekirina vê nûçeyê jî xwepêşandana ciwanan ku guman tê kirin PDK’ê ew ji bo xwepêşandanê bikin ferman daye wan, berdewam dike. Lê hêzeke mezin ya ewlekariyê hate cihê xwepêşandanê û bi gulleyan dest li xwepêşandanê werda. Heta derengiya şevê jî alozî berdewam kir.
Hêjayî gotinê ye, li Kerkûkê xwepêşandana xelkê Kurd a li taxa Rehîmawa li dijî xwepêşandan û girtina rê ji aliyê Tirkmen û Erebên ku bi PDK’ê re tifaqa hilbijartinê çêkirine û li ser daxwaza PDK’ê rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê girtine, hate kirin û di encamê de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn û gelek xwepêşander jî jî birîndar bûn. Herwiha bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê operasyoneke binçavkirinan destpê kir, gelek ciwanên Kurd bi hinceta aramiya bajêr xirab kirine hatin binçavkirin.
Divê kesên sûcdar bên cezakirin
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand ku ew rê nadin çarenûsa Kerkûkiyan bibe qurbanê hevrikiya aliyên siyasî û got; “Rijandina xwîna ciwanên Kurd nayê qebûlkirin divê di zûtirîn dem de kesên sûcdar bên cezakirin.”
Dixwazin Kerkûkê bikin qurbanê lîstikan
Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî jî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek belav kir û bal bire ser mijarê.
Lahor Şex Cengî di peyama xwe de wiha got:’’Mixabin di serî de partiya li desthilatdariyê, beşeke mezin a partiyên siyasî yên Kurdistanê, ji xeletiyên berê ders wernegirtine. Dixwazin Kerkûkê û herêmên bi nakok, bikin qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî û yên herêmî. Derket holê ku ew dirûşmeyên wan ên Kurd û welatperwerî ne ji bo gel in. Hatine wê astê ku ev têkoşîna bûye sedema bi hezaran şehîdan, bikin qurbanê lîstikên hundir û derve.’’
NAVENDA NÛÇEYAN