Li Kampa Weşûkanî navenda çandê hat vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:13

  • Ji bo parastina çand û huner a civaka Serêkaniyê, Komîteya Çand û Huner a Meclisa Kantona Hesekê, navendeke çandê li Kampa Weşûkanî vekir.

Ji bo parastina çand û huner a civaka Serêkaniyê, Komîteya Çand û Huner a Meclisa Kantona Hesekê, navendeke çandê li Kampa Weşûkanî vekir.

Bi sedan koçberên Serêkaniyê yên di Kampa Weşûkanî de, endamên rêveber ên komîte û saziyên kantona Hesekê û kampê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn. Komîteya Çand û Huner a Meclisa Kantona Hesekê merasîm li dar xist.

Navend ji aliyê dayîka du şehîdan; Salih û Mihemed Semo, Necme Ebdo ve hat vekirin.

Di merasîmê de berdevkê Komîteya Çand û Huner Efaf Heskî axivî û vekirina navendê li koçberan pîroz kir û got, “Divê em ziman û çanda xwe biparêzin û piştgiriyê bidin behreyên hunerî yên mîna stran, lêdana amûrên muzîkê, helbest, wênesazî û lîstikvaniyê.”

Efef Heskî got, komîte dê piştgiriya navendê bike û pêwîstiyên giring ên rewşenbîran peyda bike.

Endama Kongra Star a Kampa Weşûkanî Sebah El-Cuma destnîşan kir ku navend, yek ji destketiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên bi hezaran şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê pêk hatiye.

Di merasîmê helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin û komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin  

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.