Li Kampa Holê tabûren kuştinê!

În 16 Îlon 2022 - 22:18

  • Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de berpirsa yekem a şaneyên DAIŞ'ê li Kampa Holê hat girtin. Li gorî mikurhatinên jina DAIŞ'î, ji bo kuştina kesan “Tabûra Ensar El Efîfat” ava kirine û bi dehan sûc pêk anîne.

CÎHAN BÎLGÎN/HINAR ÎBRAHÎM / ANHA/HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê didome. Di 7’ê Îlonê de di encama operasyoneke taybet de jineke DAIŞ'î ya yekem berpirsa şaneyên DAIŞ'ê yên li kampa Holê hate girtin.

Di mikurhatinên jina DAIŞ'î de jî xetereya kampa Holê zêdetir eşkere bû. Ew jin ji sala 2019'an heya niha bûyerên kuştinê di kampê de pêk anîne û cenazeyên kuştiyan avêtine kanalîzasyonan. Her wiha ji bo kuştina niştecihên kampê koma çeteyan bi navê ‘Tabûra Ensar El Efîfat’ ava kiriye.  

ANHA'yê bi jina DAIŞ'î ya berpirsa şaneyên li kampa Holê re peyivî.

Ev jina DAIŞ’î kî ye?

DAIŞ'iya bi navê Riweyda Hemud Salim, di sala 1989'an de li Iraqê ji dayik bûye. Di sala 2014'an de dema DAIŞ êrişî Mûsilê dike, bavê wê ji aliyê DAIŞ’ê ve tê revandin. Hevjînê wê tev li DAIŞ'ê dibe. Paşê bi hevjînê xwe re derbasî Sûriyê dibe. 2 lawikên wê hene û hevjînê wê yê çete li Baxozê winda bûye.

Komên îstixbarat û kuştinê

Şaneyên veşartî li kampa Holê bûyerên kuştinê li ser 2 beşan dimeşînin; şehîdxistina hêzên ewlekariyê û kuştina kesên ku li gorî hişmendiya DAIŞ’ê nameşin. Di bûyerên kuştinê de şaneyên veşartî 2 kom ava kirine; koma îstixbaratê û koma kuştinê. Riweyda Hemud Salim berpirsa koma kuştinê û yekem berpirsa şaneyên veşartî yên kampa Holê bû. Di nava kampê de navên wiha li xwe kiribû; Um Omar, Um Tîcan, Um Cuma, Um Omara, Um Cuneyd. Li gorî delîlên di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi dehan kuştin pêk anîne.

Ji bo kuştinê çakûç bikaranîne!

Riweyda Hemud Salim di dawiya 2019'an de li kampa Holê tev li şaneyên DAIŞ'ê dibe. Di nava kampê de çeteyeke bi navê Um Îbrahîm nas dike. Ev jina çete, têkiliyên wê bi şaneyên DAIŞ'ê yên derve re hebû. Piştî tev li şaneyên veşartî dibe û bi hevkara xwe re êdî di heman konî de dimîne. Her du çeteyan bi hev re agahî li ser kesên li dijî hişmendiya tundraw bûn, kom dikirin. Paşê serçete Riweyda, êdî dest bi bûyerên kuştina wan kesan dike û dibejê: “Di mijara kuştinê de kesên amade, divê em hev nas nekin. Baweriya me bi her kesî nayê. Çûyîn û hatina me gelekî kêm bû. Min û Um Îbrahîm bi hev re jinek bi navê Umîda Ummîhemed ji beşa 2'yan revand. Ji me hatibû xwestin ku em wê bikujin. Di beşa yekemîn a kolanê de me ew kuşt. Di bûyera kuştinê de min, Um Îbrahîm, Um Ubeyda û 2 kesên din cih girt. Min ew jin bi çakûç kuşt ku çek bi me re tune bû. Piştî me ew kuşt her kesî çakûç li serê wê da. Paşê Um Îbrahîm û her du zilamên din ew kir erebeyekê, bir cenazeyê wê avetin nava ava qirêjî.”

Tevî serçete bi dehan kesî dikuje

Piştî vê bûyera kuştinê baweriya şaneyên veşartî hîn zêdetir bi serçete Riweyda tê û bi dehan kuştinan pêk tîne. Riweyda, êdî di bûyerên kuştinê de demançeya bêdeng bi kar tîne. Ev demançe ji wan re ji derve derbasî kampê dibe. Çeteyek ku jê re dibejin Cerrah van çekan dişînê kampê. Çete Cerrah destpêkê di kampê de dima lê niha li derveyî kampê ye. Wî serçeteyî navên Cerrah, Îzzedîn, Ebû Elî, Ebû Omar li xwe kirine. Hemû pêwîstiyên şaneyên veşartî û serçete Riweyda ew pêk tîne û erêkirina biryara kuştinê ew dide.

Tê texmînkirin ku Cerrah serçeteyekî şaneyên DAIŞ'ê be.

Cenaze davêjin kanalîzasyonê

Riweyda, kuştina duyemîn dîsa di kolanê de pêk tîne ku bi taybet dixwazin yên di nava kampê de zêdetir bitirsînin. Di vê kuştinê de çekê bi kar tîne û dibejê: “Cerrah ji me re çek anî. Cerrah berê di kampê de bû, niha li derveyî kampê ye. Min ew nedîtiye. Ji aliyê Ebû Farûq û Um Farûq ve min ew nas kir. Kuştina duyemîn li ser Ebû Fatma bû. Ew di beşa 7'an de bû. Biryara kuştina wî ji derve ji me re hat. Ew bi çek bi taybet ji bo kuştina Ebû Fatma derbas bûn. Di plansaziya kuştinê de Ebû Ebdullah jî cih digirt ku beriya bûyerê ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin û Ebû Farûq kete şûna wî. Ez û Um Ibeyda, Um Îbrahîm û Ebû Farûq derbasî beşa 7'an bûn. Dema me Ebû Fatma dişopand bi demançeya bêdeng me ew kuşt. Ebû Fatma xwest bireve lê her du zilaman ew girt. Paşê jî cenazeyê wî avetin kanalîzasyonê.”

Koma kuştinê  ‘Ensar El Efîfat’ ava dikin

Jina bi navê Meryem ku di beşa 5'an de bû jî, ji aliyê Riweyda ve tê kuştin. Biryara kuştina wê jinê ji derve ji wan re tê û bi demançeya bêdeng li nîva kolanê wê dikujin. Di destpêkê de wê ji kon direvînin û dibin konekî din. Li wir wê dixin lêpirsînê û paşê agahiya wê ji Cerrah re bi rê dikin. Cerrah biryara kuştina wê dide. Piştî wê dikujin û cenaze diavêjin kanalîzasyonê. Biryara avetina cenazeyan jî ji derve tê û ew jî erê dikin. Kesên li gorî wan naçin, yekser dikevin lêpirsînê û têne recmkirin. Li gorî Riweyda dibejê van bûyeran di esas de El Hesbê dike.

Piştî van bûyerên kuştinê Riweyda dibe berpirsa konên lêpirsînê û çalakiyên kuştinê. Pê re koma kuştinê ava dikin û navê komê dikin Ensar El Efîfat. Ev koma çeteyan bi taybet di bûyerên kuştinê de çekên bêdeng bi kar tîne. Riweyda bi rêya çeteyê bi nave Um Faruq çek û rextan tîne.

Çeka B-7 ji wan re dibe

Çeteyê bi navê Cerrah ji Riweyda dixwaze ku cih êdî ji şaneyan re ava bike ku hejmara wan li kampê ne zêde bûye. Riweyda cih ji wan re amade dike û dibêje: “Min ji wan re jî çek dibir û dianî. Di beşa 4'an de çeka B-7 ji wan re bir. Herî dawî jî hîzama teqemeniyê min ji wan re bir. Li ser daxwaza Cerrah min 3 kalaşnîkov di nav kampê de veşartin.”

Ne poşman e jî!

Der barê derbaskirina çekan ji kampa Holê re Riweyda ya DAIŞ'î van agahiyan dide: “Çekên me bi rêya Cerrah dihatin kampê. Ew çek min ji Um Farûq bi rêya telefonê werdigirtin. Me cihek di bin erdê de çêkir ku hemû çekên xwe tê de vedişart. Di bûyerên kuştinê de em 3-4 kes diçûn. Kesên ku Hêzên Ewlekariyê lê digeriya me hîzamê teqemeniyê li wan dikir. Li ser min jî hebû. Di nava kampê de em wiha digeriyan. Hêzên Ewlekariyê gelek caran hatin operasyon çêkirin lê em her direviyan. Ger ji min hatiba xwestin min ê bi hîzama teqemeniyê xwe biteqandiba. Ez ji van bûyeran ne poşman im.”

Di 7'ê meha Îlonê de di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê Riweyda hatibû girtin û gelek sûcên xwe itîraf kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.