Li jina karîkaturîst 6 sal ceza

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:15

Karîkaturîsta jin Atena Ferqidanî bi hinceta ku hunera xwe li dijî rejîma Îranê bi karaniye, 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Jina karîkaturîst Atena Ferqidanî ji aliyê liqa 26’an a Dadgeha  Tehranê ve bi hinceta îdîayên cuda 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Parêzerê Atena Ferqidanî, Mihemed Moqîmî şêwazê dadgehkirin û cezakirina Atena bi ‘biryarek şanogerî’ bi nav kir.

Karîkaturîst Atena Ferqidanî di 13ê Nîsanê de dema ku yek ji berhemên xwe li kolana Pastori ya Tehranê li ser dîwarekî çêdikir, bi şêwazek tund hatibû binçavkirin û piştre rêkirin Girtîgeha jinan a Evîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.