Li Iraqê xeteriya madeyên hişbir
Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 14:25
Beşa Karûbarên Madeyên Hişber a ser bi Wezareta Karên Hindir a hikûmeta Iraqê ve di derbarê operasyonên li dijî bikaranîn û bazirganîkirina madeyên hişber de daxuyaniyekê belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji Kanûna sala borî ve, operasyonên pêşwext li dijî bazirganên madeyên hişbir û pêşdebirinê pêkanîne û encamê de 10 hezar kes bi sûcên bikaranîn û bazirganîkirina madeyên hişbir hatine girtin. Her wiha diyar kir ku operasyona herî dawî ya li Musenayê li dijî şebekeyek a navdewletî ya madeyên hişbir bû.
Di heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qasiya madeyên hişber ya di nava 8 mehên borî de hatî desteserkirin, bi qasî rêjeya ku di nava sala borî de hatine desteserkirine.
NAVENDA NÛÇEYAN